Rûsya û Tirkiyeyê li ser dewriyeyêyn hevpar li hev kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku di encama hevdîtinên wan ên li Enqereyê de dê di 15'ê adarê de dewriyeyên hevpar bên kirin. 
 
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, têkildarî hevdîtinên wan ên li ser Idlibê yên bi Tirkiyeyê re daxuyanî da. Wezaretê, diyar kir ku hevdîtinên wan bi erênî derbas bûne û dê di 15'ê adarê de li ser rêya bejahî ya M4'an di navbera wan û Tirkiyeyê de dewriyeyên hevpar bên kirin.