Di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin

img

ENQERE – Piştî Wûhanê, li Îngîlterê jî, di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin. 

Li Îngîlterê, di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin. Dayik çend roj berî wilidînê bi şika zatûrê rakiribûn nexweşxaneyê. Piştî wilidînê test hat kirin û di dayikê de tespîta vîrûsa koronayê hat kirin. Dûre ji bo pitikê jî test hat kirin û encamê testa hat kirin pozîtîf derket. 
 
Bijîşk, hewl didin, fêm bikin ku pitik di dema zikê dayika xwe bi vîrûsê ketiye yan jî di dema welidînê de bi vîrûsê ketiye. 
 
Di meha Sibatê de li Çînê jî dayikekê ku pitika wê bi vîrûsa korona ketibû wilidand.
 
Li tevahiya cînahê heya niha 137 hezar kes bi vîrûsê ketin û ji van 5 hezer kes jî jiyana xwe ji dest dan.