Li Ewropa ji ber vîrûsa Corona kesek mir

  • cîhan
  • 14:34 15 Sibat 2020
  • |
img
ENQERE - Li Fransayê turîskekî 80 salî yê ji Çînê ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da. 
 
Vîrusa Corona ya li Bajarê Wuhan ê Çînê derket holê belav dibe. Hêjmara kesên bi vê vîrûsê jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibe. Niha jî li welatên Ewropa ev vîrûsa corono derket nolê. Wezîrê Tendurisityê yê Fransa Agnez Buzyn, diyar kir ku li Fransayê turîstekî kal ê 80 salî ku ji Çînê ye ji ber vîrûsa Corona li nexweşxaneyekê dihat dermankirin û bi vîrûsa corona jiyana xwe ji dest daye. Kalê 80 salî di 16'ê Çile de hatibû Firansayê û di 25'ê Çile de ew rakiribûn nexweşxaneyê. 
 
Heta niha Hezar û 527 kesan ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Di 67 hezar û 185 kesan de ev vîrûs derket holê. Rewşa 11 hezar û 82 kesan giran e.