Serokdewletê Filistînê Abbas plana Amerîkayê red kir

  • cîhan
  • 13:32 29 Çile 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas, plana ku Serokê Amerîkayê Donald Trûmp navê "Peymana Sed Salê" lê kiribû, red kir. 

Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas, aşkera kir ku plana ku Serokê Amerîkayê Donald Trûmp navê "Peymana Sed Salê" lê kiribû, red kirine. Abbas, diyar kir ku helwesta wan a li dijî plana ku rêveberiya Washingtonê navê "Peymana Sed Salê" lê kiriye neguheriye û wiha got: "Ne pêkan e ku tu misilman û xiristiyanê filistînî vê planê qebûl bike. Em hezar carî ji "Peymana Sed Salê" re dibêjin na."
 
'QUDÛS NA FIROTÎ YE'
 
Abbas, da zanîn ku ew li gorî prensîbên Filistînê û meşrûyeta navneteweyî girêdayî muzakereyan e û ev tişt anî ziman: "Em ê bi hemû hêza xwe şer bikin. Di vî şerî de çeka me ya pêşek tevgera aştiyane ye. Ez dixwazim ji Trûmp û Netanyahû re ev tişt bibêjim; Qudûs ne firotî ye. Mafên me ne firotî ne. Wê ev peymana we di dawiyê de weke komployeke neserkeftî bimîne. Wê gelê me bavêje ser sergoyê dîrokê."