Li Îranê balafira rêwiyan ket xwarê: 176 kes mirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira rêwiyan ku ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Tehranê diçû Ûkraynayê ket xwarê. 176 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan.

Balafir rêwiyan ku ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Tehranê ber bi paytexta Ûkraynayê Kîevê ve diçû ket xwarê. Hat diyarkirin ku rêwiyên di balafirê de hemû jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, ragihand ku di balafirê de 167 rêwî û 9 jî muretebat hebûne. Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Ûkraynayê jî aşkere kir ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 11 jê ûkraynayî ne. Wezareta Karên Derve ya Ûkraynayê jî ragihand ku ji rêwiyan 82 jê îranî, 63 jê qanadayî, 10 jê swêdî, 4 jê afxanî, 3 jê almanî û 3 jê jî brîtanyayî bûne. 
 
Her wiha IRNA'yê ragihand ku balafir ji ber arîzeyeke teknîkî ketiye û Balyozxaneya Ûkraynayê ya Tehranê jî daxuyand ku balafir ji ber arîzeyeke di motorê de ketiye xwarê.