Trump: Îran di şerekî de qet bi ser neketiye

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê DYA’yê Trump piştî kuştina Qasim Silêmanî daxuyaniya duyem da û got: “Îran di şerekî de qet bi ser neketiye.” 
 
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump piştî kuştina Fermandarê Hêza Qudusê ya Supay Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî daxuyaniya duyem tenê bi hevokek da. Li aliyekî li Îranê dengê gefên tolhildanê bilind dibin li aliyekî jî Trump bi yek hevokekê twît parve dike. 
 
Trump di twîta xwe de wiha got: “Îran di şerekî de qet bi ser neketiye, lê qet muzakereyek jî winda nekiriye.”