Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê peymanek îmze kirin

img

NAVNEDA NÛÇEYAN - Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê li ser xeta gaza xwezayî li hev kirin û peymanek îmze kirin. 

Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê li ser xeta gaza xwezayî li hev kirin û peymaneke sêalî îmze kirin. Peymana ku navê kurtbûna Rojhilatê Behra Spî  (Eastern Mediterannean) lê hat kirin û weke EastMed hat binavkirin, li paytexta Yewnanistan Atînayê hat îmzekirin. Li ser navê Îsraîlê Serokwezîr Benyamîn Netanyahû, li ser navê Qibrisê Serokkomar Nîcos Anastasîades û li ser navê Yewnanistanê Serokwezîr Kyrîakos Mîçotakîs peyman îmze kirin. 
 
Ji aliyê Yewnanistanê ve hat ragihandin ku dê Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte jî paşê peymanê îmze bike. 
 
Wezîrê Enerjiyê yê Yewnanistanê Kostîs Hatzîdakîs, diyar kir ku peyman ji bo Tirkiyeyê ne peyam e û armanca wan ew e ku di enerjiyê de hevkariyeke herêmî bi pêş bixin. 
 
Piştî lihevkrina di navbera Tirkiye û Lîbyayê de îmzekirina vê peymanê ji aliyê Amerîka û hin welatên Ewropayê ve hat pîştgirîkirin. 
 
Peyman, weke alternatîfeke gaza Rûsyayê tê nirxandin. Her sê welat û Misir li dijî peymana ku di navbera Tirkiye û Lîbyayê de hatiye îmzekirin dertên.