Balyozxaneya DYA’yê ya Iraqê dorpêç kirin

  • cîhan
  • 14:09 31 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Balyozxaneya DYA’yê ya li Bexdayê, ji aliyê bi sedan kes ve hat dorpêçkirin. Sefîr û xebatkarên balyozxanê ji avahiyê hatin derxistin. 
 
Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li Iraq û Sûriyeyê hin herêmên komên alîgirên Îranê li daman bombebarana kirin, rageşî zêde bû.
   
Bi sedan kes li ber Balyozxaneya DYA’yê ya li Bexdayê kom bûn û bi dirûşmeya “Ji Amerîka re na, ji Trûmp ra na” êrîş şermezar kirin. Li ser vê yekê Sefîr û xebatkarên balyozxanê ji avahiyê hatin derxistin û avahiya balyozxaneyê hat dorpêçkirin. 
 
Hat diyar kirin ku rayedarên paye bilind ên hêzên mîlîs yên Îran piştgiriya wan dike jî, beşdarî xwepêşandaran bûne.  Ajansên nûçeyan, ragihandin ku xweşêşandanan, dîwarê avahiya Balyozxanê dane ber agir. 
 
Di bombebarana duh a DYA’yê de, herî kêm 25 şervanan jiyana xwe ji dest da bûn û 55 şervan jî birîndar bibûn. Hikumeta Iraqê, êrîşa bombeyî ya DYA’yê şermezar kiribû û êrîş weke “binpêkirina desthilatdariyê” nirxandi bû.