RSF: Di 2019’an de 49 rojnameger hatin kuştin

  • cîhan
  • 11:57 17 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – RSF eşkere kir ku di 2019’an de li tevahiya cîhanê 49 rojnameger ji ber sedemên pîşeyî hatine kuştin. Li gorî daneyan welatên herî zêde rojnamegeran digire Tirkiye û Çîn in. 
 
Li gorî daneyên rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) eşkere kir; di sala 2019’an de li gelemperî cîhanê 49 rojnameger ji ber sedemên pîşeyî hatine kuştin. Li gorî daneyên raporê di sala 2019’an de 389 rojnameger û xebatkarên medyayê ji ber karê xwe cezayê hefsê li wan hatiye birîn. Li Çînê 120 rojnameger hatine girtin û yekem car e kul i Çînê ewqas rojnameger tên girtin. Piştî Çînê û hin welatên Rojhilata Navîn yek ji welatê herî zêde rojnameger lê girtî ne Tirkiye ye.