Rêxistineke erebî hişyariya peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot da

  • cîhan
  • 13:03 15 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Edil û Tenmiye ya Mafên Mirovan a Misrê, hişyariya peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot da û diyar kir ku peyman bi piştgiriya Qeterê di navbera Tirkiye û Îranê de ji bo parçekirina dewletên erebî û dabeşkirina dewlemendiyên wan tê îmzekirin. 
 
Rêxistina Edil û Tenmiye (wekhevî û geşkirinê)  ya Mafên Mirovan a Misrê, têkildarî armancên Tirkiye û Îranê yên li ser welatên ereb raporeke balkêş parve kir. Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Hewarê, Rêxistina Edil û Tenmiye, di rapora xwe de hişyarî dide ku bi piştgiriya Qeterê Emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed di navbera Tirkiye û Îranê de ji bo parçekirina dewletên ereb û dabeşkirina dewlemendiyên wan, peymaneke nû ya wekî Sykes-Picot tê îmzekirin. 
 
Berdevkê Rêxistinê Zêdan El-Qenaî di raporê de bang li Misr, Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Urdinê kiriye ku li dijî mêtingeriya Tirkiyê û Îranê ya li ser dewletên erebî bisekinin. Dîsa rêxistinê bang li dewletên ereban kiriye ku piştevaniya projeya rizgarkirina ji mêtingeriya Îranê li Iraqê, Lubnan û Yemenê ya bi nûnertiya destekdayîna Hizbullahê li Lubnanê, Hûsiyan li Yemenê bikin û Sûriyê vegerînin çarçoveya erebî.
 
Rêxistinê banga piştevaniya projeya rizgarkirina ji wekîlên dewleta tirk ên li dewletên ereban û di serî de koma Îxwan El-Mislimîn, Fayêz El-Sîrac û Partiya El-Nehda ya Tunisê kir. Rêxistinê daxwaz ji tevahî şepêlên nîştimanî yên li dewletên ereban kir ku şerê projeya Îran-Tirkiyê bikin.
 
Rêxistinê bang li dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê kir ku bi Qeterê re heta girtina Dewhayê ya tevahî baregehên dewleta tirk li ser xaka xwe û qewitandina Pasdarên Îranê ji Qeterê, li hev neyên.