Johnson piştî serkeftina xwe dema derketina ji YE`yê diyar kir

  • cîhan
  • 14:21 13 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Muhafezekaran ku Serokwezîrê Îniglistanê Boris Johnson serokê wê ye, bi dengên herî bilind di parlamentoyê de bi ser ket û dema derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê diyar kir.
 
Encamên hilbijartinên Îngilistanên diyar bûn û Partiya Muhafezekar a Îniglistanê bi 362 kursiyan bi ser ket. Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ku di hilbijartinê de bi ser ket got ku dê Îniglistanê di 31`ê Çileyê de ji Yekitiya Ewropayê (YE) derkeve (Brexit).
 
Serokê Partiya Karkeran Jeremy Kermin jî diyar kir ku encamên hilbijartinan ji bo wan ne baş bûne her wiha parçekirina hundirê welat der barê ‘Brexit’ê de ji sedemên binketina Partiya Karkeran a hilbijartinên parlamentoyê de ne û piştrast kir ku dê partiya xwe nebe hilbijartinên bê.