Trûmp nameyeke din ji Erdogan re şand

  • cîhan
  • 17:02 11 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, nameyeke din ji Serokkomar Erdogan re şand û têde diyar kir ku ji ber S-400'an dibe ku danekirinan deynen ser Tirkiyeyê.   
 
Hat angaştkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, beriya hevdîtina xwe ya di 13'ê Mijdarê de nameyek ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re şandiye. Malpera bi navê Mîddle East Eye ku li Îngilistanê weşanê dike, angaşt kir ku Trûmp nameyeke ku xîtabî Erdogan dike ji Tirkiyeyê re şandiye û têde diyar kir ku ji ber S-400'an dibe ku danekirinan deynen ser Tirkiyeyê. 
 
Çavkaniyên ji malperê re axivîne, diyar kirine ku heke Tirkiye pergala S-400'an aktîvîte neke, dê Amerîka careke din Tirkiyeyê tevlî bernameya balafirên şer ên F-35'an bike. 
 
Di nûçeyê de tê ragihandin ku Trûmp nameyê duşema borî bi navbeynkariya Berdevkê Serokkariyê Îbrahîm Kalin şandiye.