Swêdê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinand

  • cîhan
  • 17:48 16 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li welatên firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinandin Swêd jî lê zêde bû. Swêdê biryar da ku firotina çek û kelûpelên eskerî ya ji bo Tirkiyê sekinand. 
 
Gelek welat li dijî êrîşên Tirkiyê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikevin tevgerê. Welatên firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinandine Swêd jî lê zêde bû. Heta niha welatên mîna Fînlandiya, Norveç, Hollanda, Fransa, Elmanya, Îtalya, Spanya û Kanada firotina çekan a ji bo Tirkiyê sekinandin. Bi biryara Swêdê re welatên firotina çekan sekinandin gihîşt 9’an. Mufetîşiya Hilberînên Stratejîk a Swêdê eşkere kir ku wan çek û kelûpelên leşkerî ji bo Tirkiyê demildest sekinandine.