Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyeyê xwest şer rawestîne

  • cîhan
  • 16:06 16 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen, ji Paytextê Sûriyeyê Şamê bang li Tirkiyeyê kir û xwest Tirkiye şer rawestîne. 
 
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen, ji Paytextê Sûriyeyê Şamê bang li Tirkiyeyê kir û ji Tirkiyeyê xwest şer rawestîne.  Pedersen, dema ji bo der barê Makeqanûnê de bi komîteyê re hevdîtin bike çû Şamê ya Sûriyeyê, bang li Tirkiyeyê kir. Petersen, bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velid Muallim re hevdîtin kir. Pedersen, piştî hevdîtinê bang li Tirkiyeyê kir û xwest şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike. Petersen ji Ajansa Reutersê re axivî û xwest Tirkiye operasyonên li dijî Bakur û Rojhilat rawestîne û banga agirbestê li Tirkiyeyê kir.