Pûtîn bersiva Erdogan da: Ji Erdogan fêm dikim lê bi guman im

  • cîhan
  • 14:11 26 Tebax 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Pûtîn, beriya serdana wî ya Rûsyayê bersiva Erdogan da û têkildarî Îdlibê daxuniyek da. Berdevkê Kremlînê diyar kir ku Pûtîn ji gumanên Erdogan ên têkildarî Îdlibê fêm dike, lê ew jî ji zêdebûna êrîşên milîtanan bi gumanan e.

 
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji ber geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê, dê sibê biçe Serdana Rûsyayê û bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêk bîne. Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir ku Pûtîn û Erdogan dê sibê li Pêşangeha Feza û Hewavaniyê ya Navneteweyî ya MAKS-2019'an hevdîtin pêk bînin. Peskov diyar kir ku Pûtîn gumanên hevkarên me yên tirk fêm dike, lê di heman demê de gumana wî ya ji bo komên terorîst ên li Îdlibê jî berdewam dike.