Macron: Divê hêzên Kurdin li Sûriyeyê bên parastin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomarê Fransa Macron, bi Serokdewletê Rûsyayê Pûtin re rewşa Sûriyeyê ya piştî biryara vekişandina leşkerên DYA nirxandin û xwest hêzên Kurd ên li Sûriyeyê bên parastin.
 
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li ser telefonê derbarê rewşa Sûriyeyê ya piştî biryara vekişandina leşkerên DYA de hevdîtinek pêk anî û rewşa dawî ya Sûriyeyê nirxandin.   
 
Li gorî neçeya di DW Turçe de cih girt, li Qesra Elysee hevdîtin pêk hatiye û Macron xwestiye hêzên Kurd ê Sûriyeyê bên parastin. Li gorî daxuyaniya Qesra Elysêe Serokkomarê Fransayê gotiye ''Divê mirov  ji hemû bêaramîkirinên nû ku wê were lîstika terorîstan xwe dûr bigire.''
 
Di daxuyaniyê de hat gotin, ''Li ser wê hate rawestin ku di serî de Kurd hêzên hevalbend ên koalîsyonê, divê mirov  têkoşîna wan li dijî terora îslamî hesab bike û berevaniyê li wan bike.''