DEM Partî di çarçoveya pêvajoyê de li Awistiryayê hevdîtinan dike

  • cîhan
  • 11:54 26 Mijdar 2025
  • |
img

ENQERE- Komîsyona Karên Derve ya DEM Partiyê, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Awistiryayê hin hevdîtin kirin. 

 
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Ji Komîsyona Têkiliyên Derve Re Berpirsiyar Ebrû Günay û Parlamenterê Amedê Serhat Eren, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Awistiryayê hin hevdîtin kirin. 
 
Di çarçoveya serdanê de bi BErdevkê Têkiliyên Derve yên Partiya Keskan David Shoebridge, Wezîra Jin û Çandê ya Partiya Lîberal Chaika Barry, Wezîra Perwerdehî û Hunerê Julia Leeser li Parlamentoya Awistiryayê hevdîtin pêk anîn. 
 
Di hevdîtinan de mayindebûna mekanizmaya pêwendiyê ya di navbera DEM Partî û Parlamentoya Ewropayê de hat destnîşankirin. 
 
Di hevdîtina şandeyê de rewşa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê hat ragihandin û piştgiriya qada navneteweyî ya ji bo pêvajoyê hat destnîşankirin. Her wiha şandeyê li Parlamentiya Federe ya li Canberayê jî hin hevdîtin pêk anîn. 
 
Hevdîtinên şandeyê yên li Awistiryayê didomin.