Şara li Amerîkayê ye

  • cîhan
  • 10:16 9 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El Şara, çû Amerîkayê. 

 
Li gorî nûçeya ajansa ser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve, Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera gihişt Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).  Beriya serdanê, DYA’ê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî navên Ehmed El Şera û wezîrê wî yên karên derve ji lîsteyên terorê derxistibû.
 
Li gorî agahiyan, di serdanê de dê tevlibûna hikûmeta veguhêz a nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê were ragihandin û tifaqa bi Îsraîlê re were nîqaşkirin.