Bîlançoya lehiya li Vîetnamê giran bû: 35 kes mirin, 5 kes winda ne

  • cîhan
  • 15:35 2 Mijdar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di lehiyên li Vîetnamê de jiyana xwe ji dest dayin derket 35 kesan. 5 kes jî winda ne. 

Li bajarên peravî yên li herêma navîn a Vietnamê, ji ber barana zêde û lehiyê di nava hefteyekê de herî kêm 35 kes mirin. 5 kes jî hîn winda ne, bi hezaran mal di nava avê de man. Daîreya Bendan û Rêveberiya Karesatan a Vîetnamê (VDDMA) diyar kir ku li bajarên Huê, Da Nang, Lam Dong û Quang Tri'yê mirovan jiyana xwe ji dest dan.
 
Bajarê Hoi An ê di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de ye, ku li bajarê Huê yê dîrokî ye, yek ji wan deveran e ku bandora herî giran lê bû. Li Hoi An'ê kolan tijî av bû, zemînê dikanan di bin avê de man.
 
Rayedaran diyar kirin ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 35 kesan û 5 kes jî hîn winda ne. Li gorî rayedaran;  zêdeyî 16.500 mal di nava avê de man, 5.000 hektar zeviyên çandiniyê zerar dîtin û 16.000 heywan mirin. Hate ragihandin ku zêdeyî 150 caran hezazê rû da, gelek rê jî xera bûn.
 
WINDAHIYÊN MADÎ 525 MILYON EURO DERBAS KIR  
 
Di 9 mehên ewil ên salê de li Vîetnamê ji ber bahoz, lehî û hezazê herî kêm 187 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku windahiya madî jî 525 milyon Euro derbas kiriye. 
 
Pispor, dibêjin ku guherîna avhewayê, li başûrê rojhilatê Asyayê rê li ber karesatên lehiyan vedike û bajarvaniya bêkontrol jî bandorê li vê karesatê dike.