Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin

  • cîhan
  • 11:52 6 Tîrmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistanê avahiyek hilweşiya û herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di 4’ê Tîrmehê de li bajarê Karaçî yê Pakistanê avahiyeke 5 qat hilweiya û herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Berdevkê komên rizgarkirinê Hasan Xan ji AFP’ê re axivî û got: “Piraniya kavilan hatin rakirin û 27 kesan jiyana xwe ji dest dane.” Rayedaran diyar kirin ku wan ragihandibûn ku avahî xetereye lewma di salên 2022, 2023 û 2024’an de ji welatiyên di avahî de ji bo valakirinê agahî şandine. 
 
Nifûsa Pakistanê zêdetirî 240 milyon e û bi taybet jî ji ber standartên kêm û malzemeyên bêqelîte gelek caran banên avahiyan û avahî hildiweşin.