Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn

  • cîhan
  • 13:40 18 Hezîran 2018
  • |
img

CENEVRE - Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Al Husseîn, diyar kir ku hişmendiya nijadperest û şovenist li cîhanê belav dibe û ev cîhanê dixe nava talûkeyek mezin. Husseîn, bal kişand ser geşedanên li Tirkiye û wiha got: "Li bajarên herêmê têkildarî mirin, tundî û bûyerên pêş dikevin du lêpirsîn nayê kirin." 

38'emîn rûniştina Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Cenevre ya Swêdê dest pê kir. Civîn li avahiya NY'ê pêk hat. Civîn dê heta 6'ê Tîrmehê berdewam bike. Di civînan de dê mijarên mafê jinê, mafê kêmaran, mafê azadiya raman û îfadeypê tekoşîna bi terorê re û parastina mafên mirovan dê bê niqaşkirin. Dîsa dê mijarê perwerde û tenduristiyê jî bê nihaqkirin. Disa dê rewşa van mijaran û dewletan bê niqaşkirin.  Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Al Husseîn, di vekirina civînê de axivî û diyar kir ku hişmendiya nijadperest û şovenist li cîhanê belav dibe û ev cîhanê dixe nava talûkeyek mezin. Husseîn, bal kişand ser geşedanên li Tirkiye û wiha got: "Li bajarên herêmê têkildarî mirin, tundî û bûyerên pêş dikevin du lêpirsîn nayê kirin." 
 
Husseîn, destnîşan kir ku Danezana Gerdûnî ya Mafên mirovan ne tenê ji bo bajarên Rojava, ji bo hemû welatên cîhanê derbasdar e û wiha got: "Lê ev herêm bi taybetî di hedefên xebatkarên NY û kesên populist, totalîter, otorîter û zanîngehên rojava de ne. Hişmendiya şovensît û nijadperest cîhanê dibe ser milê zinar. NY li dijî vê talûkeyê hatiye avakirin. Fikrên nijadperest, hesûd, şovenist û ji xwe re cîhan xist nava xerakirinê. Ji bo dîsa ev bûyer dubare nebin NY hat avakirin. Wê demê çima niha NY bê deng e. Çima li dijî îhlalên mafên mirovan dengê xwe nake. Gelo dîsa dixwazin li rojên berê vegerin. Niha li Suriye hem ji ber rejîmê û hem jî ji ber hin komên çekdar ên radîkal, gelek mafên mirovan pêş dikevin û didomin. NY li hin herêman bi zanebûn lêkolînek berfireh nake. Li Myanmar, Venezuela, Burundi, Hindistan, Pakistan, Nikaragua, Kore, Çin mafên mirovan zêde tên binpêkirin. Îsrail li ser axa Filistinê mafên mirovan binpê dike. 
 
LI TIRKIYE LÊPIRSÎN TUNE 
 
Al Hussein, bi berfirehî bal kişand ser rewşa Tirkiye jî û wiha got: "Li Tirkiye di salên 2015 û 2016'an de li herêma Rojhilatê Başûr di bin navê “ewlehiyê" de operasyon hatin lidarxistin. Mirov hatin kuştin. Rastî tundiyê hatin. Lê lêpirsînek nehat kirin. Tirkiye destûr neda ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê li bajarê wan lêkolîn bike. Lê ji dûr ve be jî em dê binpêkirinên mafên mirovan ku li wir pêş dikeve bişopinin û lêkolin bikin. 
 
MA / Ruştu Demirkaya