Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin

  • cîhan
  • 13:07 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇAYAN - 69 xelatgirên Nobelê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji saziyên navneteweyî re name şandin û wiha bang kirin: “Em dixwazin Abdullah Ocalan were berdan û muzakereyên nîvcoyî mane ji nû ve bên destpêkirin.”
 
69 xelatgirên Nobelê, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropa û Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê re name nivîsandin. Di nameyê de ji saziyên pêwendîdar hate xwestin ku ji bo parastina mafên Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
 
Herwiha name ji bo ku bi lezgînî cidî were girtin ji Ofîsa Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Gabrielius Landsbergi, ji Komîteya Pêşîgirtina li Ceza yan jî Muameleya Biçûkxistinê yan jî Dermirovî (CPT) Dr. Alan Mitchell û Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya Konseya Ewropa Marko Bošnjak re hate nivîsandin.
 
‘BILA ABDULLAH OCALAN AZAD BE, MUZAKERE DEST PÊ BIKIN’ 
 
Li ser navê torê name ji aliyê Profesora Beşa Perwerdeya Fakulteya Psîkolojî ya Zanîngeha Bergen Kariane Westrheim ve hate şandin û ev tişt hate gotin: “Em bang dikin ku Abdullah Ocalan were berdan û muzakereyên hatine taloqkirin, jinûve bên destpêkirin.” 
 
Di nameyê de hate diyarkirin ku Xelatgirên Nobelê têkildarî şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de tê ragirtin, bi fikar in û hat ragihandin ku ev ne nameya yekeme ku têkildarî rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê, hatiye nivîsandin.
 
Di nameyê de bal hate kişandina ser nameyên ku di Çileya 2019’an de ji saziyên pêwendîdar re hatin şandin û ev tişt hate gotin: “Parêzerên Ocalan 29’ê Tîrmeha 2022’yan serî li Komîsertiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) dan û li dijî qedexeyên bi vî rengî, daxwazeke tedbîrê kirin. Bang li OHCHR’ê bang kiribû ku divê dawî li hepskirina bêpeywendî bê anîn û mafê peywendiya bêsînor bê dayîn. Lê Hikûmeta Tirk bêyî ku xwe bispêre zagoneke hiqûqî, di bersivên dayî Komîteyê de ev qedexe parastin. Ji aliyê OHCHR’ê ve li ser navê wê ti gavek din nehate avêtin.”
 
‘CPT AGAHIYÊN SERDANÊ NEDAN’
 
Di nameyê de hat destnîşankirin ku derbarê serdanên li Îmraliyê hatine kirin, 30 rapor hatine nivîsandin û wiha hate gotin: “Tevî vê yekê jî ne diyar e ka çi bandora van serdan û raporan li ser tedawiya Ocalan heye. Mesele, CPT’ê di Îlona 2022’yan de ragihand ku serdana girtîgehê kir, di hevdîtina piştre bi parêzeran re kirî de ti agahî têkildarî vê serdanê nedan.
 
‘YEKANE RÊYA AŞTIYÊ MUZAKEREYA BI OCALAN RE YE’
 
Yekane rêya aştiya di navbera gelên Tirk û Kurd de, diyalog û muzakereya bi Abdullah Ocalan re ye, Serokkomar Erdogan bi hevdîtinên Osloyê (2009-2011) û pêvajoya Îmraliyê (2013-2015) re ev yek qebûl kiriye. Em daxwaz dikin ku ew ji Îmraliyê were berdan û muzakereyên hatine taloqkirin, jinûve bên destpêkirin.
 
Mirovên cîhanê aştî û siberojeke bi ewle dixwazin, em jî tevlî daxwazên wan dibin.”
 
LÎSTEYA ÎMZEVANAN
 
Navên îmzevanan bi vî rengî ne:
 
"Jody Williams, Xelata Aştiyê ya Nobel (1997)
 
Peter Agre, Kîmya, DYE, 2003
 
Thomas R. Cech, Kîmya, DYE, 1989
 
Martin Chalfie, Kîmya, DYE, 2008
 
Aaron Ciechanover, Kîmya, Îsraîl, 2004
 
Johann Deisenhofer, Kîmya, Almanya, 1988
 
 Gerhard Ertl, Kîmya, Almanya, 2007
 
Joachim Frank, Kîmya, DYE/Almanya, 2017
 
Walter Gilbert, Kîmya, DYE, 1980
 
Alan Heeger, Kîmya, DYE, 2000
 
Richard Henderson, Kîmya, Qraliyeta Yekgirtî, 2017
 
Robert Huber, Kîmya, Almanya, 1988
 
Martin Karplus, Kîmya, DYE, 2013
 
Roger D. Kornberg, Kîmya, DYE, 2006
 
 Yuan T. Lee, Kîmya, Japonya, 1986
 
Michael Levitt, Kîmya, DYE/Îsraîl/Qraliyeta Yekgirtî, 2013
 
Hartmut Michel, Kîmya, Almanya, 1988
 
Paul L. Modrich, Kîmya, DYE, 2015
 
John C. Polanyi, Kîmya, Kanada, 1986
 
Jean-Pierre Sauvage, Kîmya, Fransa, 2016
 
Richard R. Schrock, Kîmya, DYE, 2005
 
Sir James Fraser Stoddart, Kîmya, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 2016
 
Arieh Warshel, Kîmya, Îsraîl, 2013
 
Sir Oliver Hart, Aborî, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 2016
 
 Finn E. Kydland, Aborî, Norveç, 2004
 
Eric S. Maskin, Aborî, DYE, 2007
 
Edmund S. Phelps, Aborî, DYE, 2006
 
J. M. Coetzee, Wêje, Efrîqaya Başûr, 2003
 
Elfriede Jelinek, Wêje, Avusturya, 2004
 
Herta Müller, Wêje, Almanya, 2009
 
Orhan Pamuk, Wêje, Tirkiye, 2006
 
Wole Soyinka, Wêje, Nijerya, 1986
 
Harvey J. Alter, Tip, DYE, 2020
 
Andrew Z. Fire, Tip, DYE, 2006
 
H. Robert Horvitz, Tip, DYE, 2002
 
Tim Hunt, Tip, Qraliyeta Yekgirtî, 2001
 
Louis J. Ignarro, Tip, DYE, 1998
 
Barry J. Marshall, Tip, Avustralya, 2005
 
Ardem Patapoutian, Tip, Lubnan/DYE, 2021
 
Sir Peter J. Ratcliffe, Tip, Qraliyeta Yekgirtî, 2019
 
 Charles M. Rice, Tip, DYE, 2020
 
Sir Richard J. Roberts, Tip, DYE/ Qraliyeta Yekgirtî, 1993
 
Michael Rosbash, Tip, DYE, 2017
 
Gregg L. Semenza, Tip, DYE, 2019
 
Jack W. Szostak, Tip, Qraliyeta Yekgirtî /DYE, 2009
 
Mairead Corrigan-Maguire, Aştî, İrlanda, 1976
 
Shirin Ebadi, Aştî, DYE, 2003
 
Adolfo Perez Esquivel, Aştî, Arjantîn, 1980
 
Dmitry Muratov, Aştî, Rûsya, 2021
 
Oscar Arias Sanchez, Aştî, Kosta Rika, 1987
 
Kailash Satyarthi, Aştî, Hindîstan, 2014
 
Rigoberta Menchu Tum, Aştî, Guatemala, 1992
 
Jody Williams, Aştî, DYE, 1997
 
Barry Clark Barish, Fîzîk, DYE, 2017
 
J. Georg Bednorz, Fîzîk, Almanya, 1987
 
Steven Chu, Fîzîk, DYE, 1997
 
Albert Fert, Fîzîk, Fransa, 2007
 
Sheldon Glashow, Fîzîk, DYE, 1979
 
David J. Gross, Fîzîk, DYE, 2004
 
Serge Haroche, Fîzîk, Fransa, 2012
 
Gerardus 't Hooft, Fîzîk, Holanda, 1999
 
Takaaki Kajita, Fîzîk, Japonya, 2015
 
Ferenc Krausz, Fîzîk, Avusturya, 2023
 
John C. Mather, Fîzîk, DYE, 2006
 
Michel Mayor, Fîzîk, Swîsre, 2019
 
Konstantin Novoselov, Fîzîk, Qiraltiya Yekgirtî, 2010
 
Giorgio Parisi, Fîzîk, Îtalya, 2021
 
Roger Penrose, Fîzîk, Qiraltiya Yekgirtî, 2020
 
Robert Woodrow Wilson, Fîzîk, DYE, 1978
 
David J. Wineland, Fîzîk, DYE, 2012."