Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin

  • cîhan
  • 15:37 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - 14 rêxistinên filistînî ku li paytexta Çînê Pekînê hatin gel hev, di mijara hikûmeta yekitiya neteweyî de lihev kirin. 
 
Li paytexta Çînê Pekînê civîneke dîrokî hat lidarxistin. Di serî de El Fetîh û Hamas, bi giştî 14 rêxistinên filistînî dawî li dijminatiyên navbera xwe anîn û di mijara “hikûmeta yekitiya neteweyî” de lihev kirin. 
 
Navên rêxistinên lihev kirin wiha ne: “El Fetih (Rêxistina Rizgariya Filistînê), Hamas, Îslamî Cîhad, Eniya Rizgariya Gel a Filistînê, Eniya Rizgariya Demokratîk a Filistînê, Partiya Gel a Filistînê, Fermandariya Giştî ya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê, Yekitiya Demokratîk a Filistînê (FIDA), Eniya Rizgariya Filistînê, Eniya Rizgariya Ereb, Eniya Ereb a Filistînê û Şervanên Rizgariya Gel.”