IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir

  • cîhan
  • 17:02 15 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - IFJ’ê qetilkirina rojnamevan Mirad Mîrza ya li Şengalê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da şermezar kir û bang kir ku faîl bên lêkolînkirin. 
 
Federasyona Rojnamevanên Navnetewî (IFJ) têkildarî rojnamevan Mirad Mîrza Îbrahîm ê di 8’ê tîrmehê de di êrişa Balafira Biçek a Bêmirov (SÎHA) a li dijî Şengalê de hate qetilkirin daxuyaniyek weşand. 
 
Di metna çapemeniyê de hate diyarkirin ku ji bilî qetilkirina Mirad Mîrza ji Çira TV’yê Mydia Hussen û ajokar Xelef Xidir jî birîndar bûn û dermankirina wan li Şengalê didome û wiha hate gotin: “IFJ kuştina rojnamevan bi tundî şermezar dike û bang li rayedarên Tirkiyeyê û Iraqê dike ku ji bo berpirsyar bên aşkerekirin demildest lêpirsîn were destpêkirin.”
 
Cîgirê Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Tîm Dawson da zanîn ku Mirat Mîrza Îbrahîm rojnamevanê ewil ku di sala 2024’an de hatiye kuştine û wiha got: “Bi kuştina nûçegihanê televizyonê Miraz Mîrza Îbrahîm a li Şengalê em xemgînin û ji malbat û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin. Ji bo ku rojnameger û xebatkarên çapemeniyê bêyî ku jiyana xwe bixin xetereyê, peywîra xwe pêk bînin di asta navneteweyî de parastineke zêdetir pêwîst e. IFJ'ê bang li rayedaran dike ku vê cînayetê lêkolîn bikin û kiryaran derxînin holê.”