Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e

  • cîhan
  • 12:46 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanê bi navê Thomas Matthew Crooks ku li dijî Serokê DYA’yê yê berê Donald Trump sûîqest kir, hate kuştin. Derket holê ku Crooks ji Komarparêzan e. 
 
Dema namzetê serokatiyê yê Partiya Komarparêzan û Serokê DYA’yê yê berê Donald Trump li eyaleta Pensîlvanyayê mitîng li dar dixist, rastî êrişa çekdarî hat. Hewldana sûîqestê ji hêla ciwanê 20 salî Thomas Matthew Crooks ve hate kirin û li cihê bûyerê hate kuştin. Derket holê ku Crooks ji Komarparêzan e û di demên berê de ji bo Demokratan bexş kiriye.