Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin

  • cîhan
  • 09:50 23 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Malezyayê 2 helîkopterên leşkerî li hewayî li hev ketin. Di encama qezayê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li Malezyayê du helîkopterên aydê fîloyê dema ji bo merasîma derbasbûnê prova dikirin li hewayî li hev ketin. Di daxuyaniya ji aliyê fîloyê ve hate kirin de hate diyarkirin ku di qezayê de temamê 10 muretebatên di helîkopteran de bûn jiyana xwe ji dest dane.