Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin

  • cîhan
  • 20:46 22 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdana Serokkomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Erdogan a ji bo Iraqê de, di çarçoveya "Peymana Çarçove ya Hevkariya Qada Avê" û "Zebta Lihevkirina Çarçoveya Stratejîk" de 24 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin.
 
Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, piştî 12 salan ji bo hin hevdîtinan pêk bîne çû Iraqê. Li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es Sûdanî civiya.
 
Di bin çavdêriya Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es Sudanî de di navbera Iraq, Tirkiye, Qeter û Mîrektiyên Yekbûyî yên ereban di çarçoveya Projeya Rêya Pêşketinê de peymana çaralî hat îmzekirin. Di merasima îmzekirinê de wezîrên veguhaztin-binesaziyê yên her sê welatan û wezîrê enerjî-binesaziyê yê BAE’yê jî amade bûn.
 
Her wiha di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 24 peymanên hevkariyê hatin îmzekirin ku di nav wan de "Peymana Çarçove ya Hevkariya li Qada Avê" û "Zebta Lihevkirinê ya Çarçoveya Stratejîk" heye. Bi Iraqê re peymana Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya 10 salan hat îmzekirin.
 
Piştî hevdîtina Erdogan û Sûdanî civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin. Erdogan di civîna çapemeniyê de kêfxweşiya xwe ya ji bo îlankirina PKK'ê ya Iraqê wekî "rêxistineke qedexe" nîşan da. Erdogan diyar kir ku wan bi Iraqê re li ser gavên hevpar ên li dijî PKK'ê axivîn û bal kişand ser peymanên hevkariya stratejîk ên ku bi Iraqê re îmze kirine.
 
Erdogan ku piştî serdana xwe ya li Bexdayê çû Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Barzanî li ser hesabê xwe yê X’ê bi tirkî nivîsek parve kir û diyar kir ku ji ber Erdogan pêşwazî kirine bextewar in û got ku ew ê mijarên wekî "aştî, aramî, aboriyê” gotûbêj bikin.