Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 14:03 21 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayîn 34 hezar kes derbas kir. 
 
Hejmara kesên di encama êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê heta niha li dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayîn 34 hezar kes derbas kir. Li gorî rayedarên xezeyî, gelemperiya kesên jiyana xwe ji dest dayîn jin û zarok in. 
 
Tê texmînkirin ku hejmara rast a kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi ser 34 hezara ye. Kesên di bin xerabeyên avahiyan, dikanan, stargeh û avadaniyên din de mayîn li hejmara heyî nayê zêdekirin.