Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin

  • cîhan
  • 14:54 17 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter de li bakurê Darfûrê pevçûn derket û herî kêm 25 sivîl jiyana xwe ji dest dan. 
 
Şerê di navbera artêşa Sudanê û Hêza Piştevaniya Lezgîn de berî salekê dest pê kiriye, berdewam dike. Di pevçûnên derketine de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî Komîteya Emergency Lawyers ku xwe weke alîgirê demokrasiyê û belgekirina zilma li dijî sivîlan dike, li paytexta eyaleta Darfûr a bakurê El Faşîr û gundên derdorê di nava çend rojan de ‘bombebaran û êrîşên hewayî yên keyfî’ hatin kirin. Emergency Lawyers ragihand ku herî kêm 25 sivîl di van êrişan de hatine kuştin.
 
Pênc eyaletên Darfûrê di destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ne. Yekane paytexta ku ne di destê hêzên paramîlîter de ye, El Faşîr e. Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka hişyariyê didin ku pevçûna li El Faşîrê wê ji bo sed hezaran penaberên li herêmê bibe karesat. Li bajarê El Faşîr ê Darfûrê ku 48 milyon mirov lê dimînin, weke navendeke alîkariya mirovî tê dîtin.
 
Li gorî şahidên bûyerên yên li kampa penaberan a Ebû Şûkêyê, piştî şer roja sêşemê bi sedan kes ji kampê ber bi bajêr ve reviyan.
 
Şêniyên Darfûrê û Neteweyên Yekbûyî par diyar kiribûn ku navendên penaberan gelek caran ji aliyê şervanan ve têne dorpêçkirin û êrîş li wan têne kirin.
 
Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şerê navbera artêşa Sudanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de di 15’ê nîsana 2023’an dest pê kir û bi hezaran sivîl hatin kuştin, zêdeyî 8.5 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûn.