Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir

img
ÎZMÎR - Nivîskarê pirtûka "Kurd, Dîroka Gelekî Windabûyî” ê pontus û civaknas Mihalîs Haralambîdîs li Atînayê jiyana xwe ji dest da.
 
Nivîskarê pirtûka "Kurd, Dîroka Gelekî Windabûyî” ê potnus û civaknas Mihalîs Haralambîdîs (73) duh bi şev li Atînayê jiyana xwe ji dest da. Haralambîdîs yek ji damezirînerên Tevgera Sosyalîst a Panhellenikê (PASOK) bû û di sala 1988’an de li gel komeke ji parlamenter û şaredaran pêk dihat li Bekaayê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. 
 
Ji wê dîrokê ve Haralambîdîs bi fikr û pratîka xwe piştgirî da têkoşîna gelê kurd û di sala 1986’an di hevdîtinên li Cinêvê bi Neteweyên Yekbûyî (NY) re de êrişên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd kir rojev. Di hevpeyvîneke xwe ya di sala 1994’an de digot ku divê Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di heman demê de Haralambîdîs ji bo komploya navneteweyî ay 15’ê Sibatê jî weke “Şerm û fihêtî” pênase kiribû û tev li çalakiyên kolanan bûbû. Haralambîdîs ku di nava damezirîner û rêveberên Yekitiya Maf û Rizgariya Gelan a Navneteweyî de cih digirt, ji bo Ocalan wiha digot: “Ocalan, li Asyaya Biçûk û Kurdistanê hêviya demokrasiyê ye.” 
 
KIR KU QIRKIRINA PONTOSAN BÊ NASKIRIN 
 
Haralambîdîs digot malbata wî ji Trabzonê anku Pontosê koçî Yewnanistanê kiriye û ji bo 19’ê Gulanê weke Roja Bîranîna Qirkirina Pontusê were naskirin pir hewl da. Ji bo qirkirina pontosan were naskirin, weke Endamê Komîteya Navenda PASOK’ê pir têkoşiya û di encama hewldanên wî de Parlamentoya Yewnanistanê di sala 1994’an de bi awayekî fermî qirkirina pontusan nas kir.