Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin: Dê têkoşîn bidome

img
CENEVRE - Di çalakiya rûniştinê de ya zêdeyî 3 sal in ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her hefte li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê tê lidarxistin, banga tevlibûna meşa mezin a di 17’ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin hat kirin.
 
Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên li Cenevreyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’ê û vir ve li Meydana Neteweyan a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, dewam dike.
 
Di çalakiya rûniştinê de der barê tecrîda giran a mutleq ku li ser  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û êrişên dewleta tirk ên dagirkerî û qirkirinê yên li ser gelê kurd hatiye kirin, derdor hat agahdarkirin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyane axaftin hatin kirin.
 
Li ser navê komîteya çalakiyê Mustafa Altunbaş axivî û diyar kir ku 3 sal in bi vê çalakiyê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin. Altunbaş têkoşîna bênavber a di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi pêşengiya dostên kurdan hat destpêkirin, li Kurdistanê, li zindanan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li Ewropayê tê meşandin silav kir û bang li her kesî kir ku tevlî berxwedanê bibin.
 
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Tûba Yilmaz jî bi bîr xist ku salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê nêzîk dibe û wiha got: “Bi pêşengiya dostên me yên enternasyonalîst di navbera 10-15’ê Sibatê de wê ji Baselê heta Strasboûrg a Fransayê meşek dirêj bê lidarxistin. Weke têkoşerên Cenevreyê em ê cihê xwe di vê meşê de bigirin û em ê pêngavê bi ser bixin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê li Cenevreyê ne dikin ku beşdarî çalakiya 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin bibin.”
 
BI DEHAN QERT JI ÎMRALIYÊ RE HATIN ŞANDIN
 
Piştî axaftinan çalakvanan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) çûn postexaneyê û bi dehan qert ji bo Abdullah Ocalan ji Îmraliyê re şandin. Endamê TCŞ'ê Ramazan Amed destnîşan kir ku ciwanên Kurd heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li qadan bin.
 
Piştre jî çalakvan vegeriyan Qada ku Ofîsa Neteweyan Yekbûyî lê ye û heta saet 17:00’an çalakiya rûniştinê li dar xistin.