Li Erîwanê teqîn: Yek jê giran du kes birîndar bûn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Ermenistanê Erîwanê teqînek çêbû. Di teqînê de yek jê giran du kes birîndar bûn. 
 
Li navçeya Erebunî ya paytexta Ermenistanê Erîwanê teqînek çêbû. Teqîn li ser Cadeya Areş a Hejmar 34’ê çêbû û di teqînê de du avahî bi temamî hilweşiyan. Her wiha du kes jî birîndar bûn. Ji du kesên ji bin kavilan hatine derxistin rewşa yekî giran e. Li gorî nûçeya Armenpressê; Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Ermenistanê Narek Sargsyan têkildarî teqînê axivî û got ku komên lêgerîn-rizgarkirinê di encama xebatan de yek zilam yek jî jin du kes ji bin kavilan derxistine. Sargsyan, got ku hêj nizanin bê ka teqîn ji ber çi çêbûye. 
 
Têkildarî teqîna di serê sibehê de çêbûyî lêpirsîn hate destpêkirin. Piştî teqînê gelek xebatkarên lêgerîn-rizgarkirinê hatin sewqkirin û xebat berdewam in.