Li Şîliyê şewatên daristanan: Hejmara miriyan derket 51’an

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di şewatên daristanan ên li Şîliyê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 51’an. 
 
Li welatê Amerîkaya Başûr Şîliyê li gelek deveran şewatên daristanan derketin. Di şewatên li herêmên navîn û başûr ên welêt derketin de hejmara miriyan derket 51’an. Serokê Dewletê yê Şîliyê Gabriel Boric got ku dê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bibe. 
 
Boric, da zanîn ku dê leşkeran li herêmên şewat lê derketine bi cih bikin û dê hemû çavkaniyên pêwîst amade bikin. 
 
Wezîra Karên Hundir Carolina Toha jî got ku komên agirkujiyê heta niha 40 şewat vemirandine û li 29 daristanan jî ji bo vemirandina şewatan xebatên wan didomin.