DYA û Ingilistanê êrişî Husiyan kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - DYA û Ingilistanê li Yemenê êrişî Husiyan kirin ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin. 
 
DYA û Ingilistanê duh di nîva şevê de li Yemenê êrişî noqteyên Husiyan kirin. Hat zanîn ku di operasyona hewayî de nêzî 36 deverên aydê Husiyan hedef hatin girtin. Qenala televîzyonê El-Mesîre ya girêdayî Husiyan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê ragihand ku li gel Sana’yê, her wiha DYA û Ingilistanê bajarên Zemar, Hacce û El-Beyda jî hedef girtine. Malpera nûçeyan a bi navê “Ensarullah" ku ya Husiyan e jî ragihand ku di êrişan de li dijî herêmên Hayfan û El-Berah ên bajarê Taizê 11 caran hedef hatine girtin. Di nûçeyê de hat gotin ku  êrişên li Sanayê jî zêdetir li dijî herêmên En-Nehdeyn û Attanê tên kirin. 
 
Wezareta Parastinê ya Ingilistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li gel DYA û gelek şirîkên xwe yên navneteweyî, li dijî hedefên leşkerî yên Husiyan êriş pêk anîne. Fermandariya Navendê ya DYA’yê (CENTCOM) jî li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku 6 keştîsavarên aydê Husiyan ku li ber avêtinê bûn, hatine îmhakirin.