Greva birçîbûnê ya li Ewropayê ya li dijî tecrîdê di roja 2’yan de ye

img
BASEL - Çalakiya sosyalîstên li Ewropayê ku ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, li Baselê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn. Greva sosyalîstan di roja 2'yemîn de didome.
 
Bi pêşengiya Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON), Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle, li Koln ê Elmanyayê, Parîs ê Fransayê, London ê Îngilistanê û Basel ê Swîsreyê bi awayekî hemwext dest bi greva birçîbûnê ya 3 roja kirin. Sosyalîstên li BEKSAM (Navenda Çand û Hunerê ya Perwerdehiyê ya Baselê) ya Baselê greva birçîbûnê didomînin, îro li Qada Clara hatin cem hev û li vir çalakî li dar xistin.
 
Pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Şoreşger (DGB) jî beşdarî çalakiya ku di pêşengiya TSP’ê de di hefteya ewil a her mehê de li dijî tecrîdê û binpêkirinên giran ên mafan ên li ser girtiyan tê lidarxistin bûn û di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş ên giran hatin hilgirtin. Di çalakiyê de metna çapemeniya bi Elmanî hate xwendin, li ser navê AVEG-KON'ê çalakgerê greva birçîbûnê Alî Orak daxuyanî da.
 
Orak bal kişand ser grevên birçîbûnê yên 69 roj in li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê didomin û rewşa girtiyên nexweş ên giran û got: "Em weke sosyalîst li dijî pêkanînên dijmirovahî û şikandina tecrîdê li qadan bin. Orak di berdewamiya axaftina xwe de bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê , Konseya Ewropayê (KE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li hemberî tecrîd, binpêkirinên giran ên mafan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê rexne kir. 
 
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-BL) axaftin hat kirin. Di axaftina ku greva birçîbûnê hat silavkirin de, banga tevlîbûna meşa dirêj a bi pêşengiya enternasyonalîstan ku di 10-15’ê Sibatê de ji  Baselê heta Strasboûrgê bê lidarxistin û mîtînga navendî ya 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, hate kirin.
 
Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:
 
"Dewleta Tirk di dîroka xwe de bi xwîna Kurdan dirijîne û bi asîmîlasyonê xwe ava kiriye. Bi taybetî di 20 salên dawî de bloka faşîst a AKP-MHP'ê li dijî aştiyê polîtîkaya şer meşand û bi komkujiyên Kurdan hewl da siberoja neteweperestiyê biafirîne. Li cihê ku faşîzm hat ser desthilatdariyê, binpêkirina mafên mirovan bênavber berdewam dike. Girtîgeh ji bo girtiyên nexweş û extiyaran wekî îşkencexane tên bikaranîn. Beriya her tiştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşaneya herî girîng e. Ev tecrîd ji bo rê li ber îlhama felsefe, paradîgma û siyaseta Ocalan bigire tê meşandin. Ji 27’ê Mijdar 2023’yan vir ve gelek girtî dest bi greva birçîbûnê kirine û îro di roja 69’emîn de ye! Em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin."
 
Piştî axaftinan çalakvan vegeriyan BEKSAM'ê û li wir çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam kirin.
 
Greva birçîbûnê ya ku tevahiya rojê ji aliyê saziyên şoreşger ve tê ziyaretkirin wê êvara Yekşemê bi dawî bibe.