Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome

  • cîhan
  • 21:51 27 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Bellinzona, Zug û Lozanê yên Swîsreyê bi xwepêşandan û çalakiyan xwedî li pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de ji aliyê dostên kurdan ve li cîhanê hate destpêkirin, derketin.
 
 
Li bajarê Bellînzonayê yê Swîsreyê, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser binesaziya sivîl û qadên jiyana civakî yên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek hate lidarxistin. Li ser navê girseya ku li ber postexaneya navendî ya Bellîzonayê kom bûn, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bellîzona (CDK) Recep Akkamiş axivî.
 
Akkamiş bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û got, "DewletatTirk a ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd pêk tîne, bi bomberdûmanên dijwar li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê hewl dide destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake."
 
Akkamiş anî ziman ku gerîlayên azadiyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîd û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst a dagirker berxwedaneke ku di dîrokê de kêm e tê dîtin dimeşînin.
 
Piştî axaftina Akkamiş, li ser navê komîteya çalakiya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya Swîsreyê Ahmet Yaman bi zimanê Îtalî daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Kurdistanî û dostên wan ên beşdarî kampanyaya "100 Hezar Qert" a ji bo ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê bû çandin hatibû destpêkirin, bûn. Çalakvanan qertên îmzekirin ji Abdullah Ocalan re şandin û dawî çalakiya xwe anîn.
 
ZUG
 
Kurdistaniyên li bajarê Zugê jî beşdarî kampanya 100 hezarî qertê bûn û ji bo ji Abdullah Ocalan re bên şandin bi dehan qert şandin.
 
LOZAN
 
Li bajarê Lozanê jî Kurdistaniyên ku ji roja destpêkirina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest bi çalakiyan kirine, çalakiya xwe ya vê hefteyê jî berdewam kirin.
 
Li standa ku her hefte ji aliyê Meclîsa Jinê ya CDK-Lozan û Lajînê ve tê vekirin, belavok tên belavkirin û der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin de agahî tên dayîn.