Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da

  • cîhan
  • 16:33 26 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, di doza “qirkirinê” ya li dijî Îsraîlê hatiye vekirin de, biryara tevdîra îhdiyatdî da.
 
Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) di doza Başûrê Afrîkayê ya li dijî Îsraîlê daye vekirin de biryara xwe eşkere kir. Serdadger Joan Donoghue bal kişand ser êrişa Hamasê ya di 7’ê cotmehê de û anî ziman ku ew ji ber kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane “bifikar in”. 
 
Donoghue da zanîn ku wan daxwaza Îsraîlê ya derbarê betalkirina doza qirkirinê de red kirine û got: “Em di ferqa drama mirovahiyê de ne.” Donoghue destnîşan kir ku dosye dê li ser esasê bê nirxandin.  
 
Dadgehê ji Îsraîlê xwest ku tevdîrên di nava mehekê de yên ku pêşî li qirkirinê bigire hatine girtin, raporekê pêşkeşî Dîwanê bikin.
 
Donoghue diyar kir ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, dikare di çarçoveya daxwaza Başûrê Efrîkayê tevbigere û da zanîn ku ew xwedî rayeya stendina biryara tevdîra îhtiyadî ye.