Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir

  • cîhan
  • 13:28 26 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezeyê berdewam in. Hejmara kesên di êrişên heta niha de jiyana xwe ji dest dayîn 26 hezar derbas kir. 
 
Hejmara filistîniyên di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan heta niha yên li dijî Şirîda Xezayê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 26 hezar û 83 kesan. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê da zanîn ku artêşa Îsraîlê di nava 24 saetan de li dijî malên filistîniyan 19 êriş pêk anîn. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişên dawî de 183 kes hatine qetilkirin û hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de heta niha jiyana xwe ji dest dayîn derket 26 hezar û 83’yan. Her wiha hejmara birîndaran jî derket 64 hezar û 487 kesan.