Li Girtîgeha Evînê 61 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin: Pêşî li cînayetan bigirin

  • cîhan
  • 12:44 25 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 61 girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê ji bo protestokirina bidarvekirina Muhammed Qabadlo û Farhad Salîmî dest bi greva birçîbûnê kirin. Aktîvîstên mafên mirovan û hunermendan jî piştgirî dan greva birçîbûnê. 
 
Girtiyên siyasî Muhammed Qabadlo û Farhad Salîmî ku 14 salan girtî bû, di 23’yê çileyê de ji hêla rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin. Bertekên li dijî rejîmê yên ji ber darvekirina girtiyên siyasî didomin. 61 jinên girtî yên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, di hevdîtina ser telefonê de ji malbatên xwe re gotin ku dê ji bo protestokirina bidarvekirina 2 ciwanan di 25’ê çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya giştî bikin. 
 
Piştî biryara girtiyên jin, gelek hunermend û siyasetmedaran jî li ser hesabên xwe peyam parve kirin û gotin ku dê piştgiriyê bidin greva birçîbûnê. Di nava hunermendên peyam parvekirin de Mehdî Yarrahî, rojnameger Masih Alînejad, helbestvan Hassan Homayun û aktîvîstên girtî Sepideh Qalian, Zainab Jalalian û Tomaj Salehî jî hene. 
 
HUNERMENDAN BANG KIRIN: PÊŞÎ LI CÎNAYETAN BIGIRIN 
 
Hunermend Mehdî Yarrahî ku têkildarî girêdana dersokê ya bi darê zorê ya li Îranê stranek derxistibû û di 30’ê tebaxa 2023’yan de hatibû girtin û piştre bi şert hatibû berdan ev peyam parve kir: “Ez jî dê li gel 61 girtiyên siyasî yên jin ên ji ber fikrên xwe hatine girtin û li Girtîgeha Evînê tên ragirtin, ji bo protestokirina bidarvekirina Muhammed Qabadlo dest bi greva birçîbûnê bikim.” 
 
Hunermendê rapê Tomaj Salehî ku ji ber stranên xwe hatiye girtin, bi rêya malbata xwe peyamek şand û got ku dê ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê bike. Daxuyaniya li ser hesaba fermî ya Salehî bi rêya malbatê hatiye parvekirin wiha ye: “Piştî kuştina Mohammad Qabadlo û Farhad Salîmî, 61 girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê dikin. Salehî jî dê li gel wan bikeve greva birçîbûnê. Pêşî li cînayetan bigirin.” 
 
Hevjîna girtiyê siyasî yê kurd Muhsîn Mazlum a girtî Havana Tamîsî jî wiha got: “Weke keseka azadîxwaz û muxalîfa rejîma Komara Îslamî, ez jî radigihînim ku dê tevî 61 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dikevin greva birçîbûnê. Êdî ne tenê hevjînê min Muhsîn Mazlum, bi sedan girtî îro li Îranê li benda bidarvekirinê ne. Divê ev hikûmet û cînayetên dermirovî bi dawî bibin.” 
 
Helbestvan Hassan Homayun jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Ji bo piştevaniya bi 61 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê ez ê 25’ê çileyê roja pênceşemê xwarinê nexwim, venexwim û piştgiriyê didim greva birçîbûnê ya girtiyên jin. Daxwaza girtiyên jin ew e ku çalakî li derve belav bibe.”