Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê bertek nîşanî darvekirinên li Îranê da

  • cîhan
  • 11:57 25 Çile 2024
  • |
img
SWÎSRE - Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’yê Volker Turk diyar kir ku li Îranê di pêkanîna cezayê darvekirinê de zêdebûnek heye û anî ziman ku divê ev pêkanîn demildest were rawestandin. 
 
Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Yekitiya Neteweyî (NY) aşkere kir ku di nava salekê de di çalakiyên şermezarkirinê yên di sala 2022’yan de piştî kuştina Jîna Emînî ya li bajarê Tehranê yê Îranê destpêkirin de 54 kes hatine darvekirin. Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’yê Volker Turk di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de ragihand ku têkildarî şermezarkirinan duh Mohammed Ghobadlou hatiye darvekirin û dîsa welatiyê kurd Farhad Salîmî ku 14 sal in di girtîgehê de bû jî hatiye darvekirin. 
 
‘ÎFADEYÊN DI BIN ZEXTAN DE TÊN WERGIRTIN NIKARIN DI PÊVAJOYA DARAZÊ DE BÊN BIKARANÎN’ 
 
Turk, destnîşan kir ku ji bo hemû bersûcan divê mafê parastina darizandina adil were parastin û diyar kir ku ji raporên têkildarî îfadeyên di bin zextan de tên wergirtin ên gihiştine ber destê wan aciz in. Turk, bi lêv kir ku îfadeyên wiha di tu pêvajoyên darazê de weke delîl nikarin bên bikaranîn.
 
Turk, bang li hikumeta Îranê kir ku cezayê darvekirinê bi temamî bê rakirin. Turk, da zanîn ku ji xwe ji sê welatên cîhanê duyan bi awayekî hiqûqî û di pêkanînan de cezayê darvekirinê rakirine an jî paşvexistine û bnag li rayedarên Îranê jî kir ku di vî warî de gavan biavêjin.