Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir

  • cîhan
  • 14:18 20 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî avahiyeke çar qat kir. Hate diyarkirin ku di êrişê de rêveberên Muhafizên Şoreşê yên Îranê û serokên komên filistînî yên alîgirên Îranê ne hedef hatine girtin. 
 
Li paytexta Sûriyeyê Şamê li Taxa Mezzeyê avahiyeke çar qatî bi fuzeyê hedef hate girtin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA’yê têkildarî êrişa ku Îsraîl berpirsyar tê girtin agahiyên berfireh nedan. 
 
MIRIYEK Û 3 BIRÎNDAR ÇÛN NEXWEŞXANEYÊ 
 
Serokê Nexweşxaneya Al-Mowasat a li Şamê Essam Al-Amîn ji Al Watan Online ya organa weşana heremî re axivî û da zanîn ku piştî êrişê tevî cenazeyekê, yek jê jin 3 birîndar anîn nexweşxaneyê. 
 
HATE ÎDIAKIRIN KU ‘ENDAMÊ MUHAFIZÊN ŞOREŞÊ HATIYE KUŞTIN’ 
 
Çavkaniyekî ewlehiyê yê ji ‘tifaqa aligirên Sûriyeyê’ yê ji Reutersê re axivî, diyar kir ku avahî ji aliyê şewirmendên îranî yên piştgiriya hikumeta Beşar Esad dikin ve dihate bikaranîn û anî ziman ku di êrişa Îsraîlê ya fuzeyê de di avahiyê de endamekî Muhafizên Şoreşger ên Îranê mirî ye û yên din jî birîndar bûne. 
 
Ajansa nûçeyan a Mehrê ya Îranê jî ragihand ku di êrişê de du şêwirmendên leşkerî yên paye bilind ên îranî hatine kuştin. 
 
Têkildarî êrişê hêj Îsraîlê tu daxuyanî nedane. 
 
SOHR: CIHÊ HEVDÎTINA KOMÊN ALÎGIRÊN ÎRANÊ BÛ
 
Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di avahiya serokên alîgirên îranê lê hevdicivîn de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku taxa hatiye hedefgirtin, herêmeke gelek ewle tê zanîn ku ji lîderên Hêzên Mûhafizên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) û komên filistînî yên alîgirê Îranê re malovaniyê dike.