Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin

  • cîhan
  • 12:08 20 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê ragihand ku têkildarî êrişa bombeyî ya li Kirmanê 2 kes hatin bê bandorkirin û 2 kes jî hatin girtin. Hate diyarkirin ku yek ji kesên hatiye girtin, yek ji serokên DAIŞ’ê Muhammed Îmran Tanvîr yê bi nasnavê ‘Ebû Îbran’ e. 
 
Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê têkildarî êrişa bombeyî ya di 3’yê çileyê de li bajarê Kirmanê pêk hat, ragihand ku 2 kes hatine bêbandorkirin û 2 kes jî hatine girtin. 
 
Di daxuyaniya ji aliyê Wezaretê hate dayîn de hate aşkerekirin ku yek ji serokên DAIŞ’ê Mûhammed Îmran Tanvîr ê bi nasnavê ‘Ebû Îmran’ hatiye girtin. Hate diyarkirin ku Tanvîr ê pisporê bombeyên bi dest tên çêkirine, yek ji xizmên Abdûllah Tacîkî yê li pişt êrişê ye. 
 
Hate aşkerekirin ku kesên din ê hatiye girtin zilamê bi nasnavê “Mehtab” ku weke karker ketiye nava welat. 
 
NAVÊ ESAS TÊ GERANDIN 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yek ji serokên DAIŞ’ê Muhammed Adel Aref ê bi nasnavê ‘Adel Pencşîrî’ ku îstîxbarat hate girtin li herêmeke li rojhilatê Tehranê ye, tê gerandin. 
 
Di salvegera bîranîna Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşa Îslamî Qasim Silêmanî ku di encama sûîqesta di sala 2020’an de li Bexdayê hatibû kuştin, di 3’yê çileyê de li bajarê Kirman ê Îranê merasîma bîranînê hatibû lidarxistin. Di bîranînê de 2 teqînên mezin çêbûn û 91 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî sedan kes jî birîndar bûbûn. DAIŞ’ê êriş girt ser xwe.