18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan dest pê dike

  • cîhan
  • 11:54 6 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - 18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan ku dê li Parlamentoya Ewropayê bê lidarxistin û binpêkirinên li Îmraliyê jî bên nîqaşkirin, îro dest pê dike. 
 
“18’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekitiya Ewropayê, Tirkiye û Kurdan” ku ji hêla Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê (EUTCC) ya Yekitiya Ewropayê (YE) ve tê organîzekirin, îro dê li Parlamentoya Ewropayê (PE) dest pê bike. Konferans dê du rojan bidome û di rûniştina destpêkê de dê Seroka EUTCC’ê Kariane Westrheim, Cîgirê Serokê PE’yê Dimitrios Papadimoulis, endamê PE’yê Andreas Schieder û hinek kesayetên din biaxivin. 
 
Di roja ewil a konferansê de dê bi sernavê “Piştî hilbijartinê Tirkiye” panelek bê lidarxistin. Moderatoriya panelê dê Ayça Çubukçu bike û di panelê de dê nirxandina hilbijartinên gulana 2023’yan, li Tirkiyeyê rewşa demokrasiyê û rola muxalefetê bên nîqaşkirin. Michael Gunter û Asli Erdogan jî di nav axêveran de cih digirin. 
 
Di roja duyemîn de dê panela Sala Sedemîn a Peymana Lozanê panelek bê lidarxistin. Dê di panelê de peyman ji hêla dîrokî û siyasî ve bê nirxandin. Hans-Lukas Kieser û Brando Benifei dê di vê mijarê de de nîqaşan bikin. 
 
Piştre jî dê panela “Serdema derbasbûnê ya siyaseta cîhanê” bê lidarxistin. Di panelê de dê qirkirina hawirdorê, guherîna avhewayê û dînamîkên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn bên nîqaşkirin. Şermîn Guven û Asya Abdullah jî di nava axêveran de cih digirin. 
 
MIJARA ÎMRALIYÊ
 
Di panela bi sernavê “Aştiya Mayînde: Bilindkirina dengan” de dê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li wir di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û mercên girtîgehê bên nîqaşkirin. Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk û endama EUTCC’ê Dêrsim Dagdevîren dê di panelê de biaxivin. 
 
PERSPEKTÎFÊN JINAN
 
Di konferansê de her wiha dê panela “Azadiya jiyanê-Perspektîfên jinan” bê lidarxistin ku dê mijarên weke polîtîkaya derve ya femînîst, şoreşa jinan û rola jinan a di siyasetê de bên nîqaşkirin. 
 
Di rûniştina dawî ya konferansê de jî dê mijara “Yekitiya Ewropayê û Tirkiye: Hevkarî û Nakokî” bên nirxandin. Dê bi Raportorê Tirkiyeyê yê YE’yê Nacho Sanchez Amor re hevpeyvîn bê kirin.