Li Tanzanyayê lêhî û hezîna axê: 47 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn

  • cîhan
  • 11:38 4 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Tanzanyayê ji ber lehî û hezîna axê 47 kesan jiyana xwe ji dest daye û 85 kes jî birîndar bûne. 
 
Li welatê Efrîkaya Rojhilat Tanzanyayê ji ber lehiyê û hezîna axê 47 kesan jiyana xwe ji dest da û 85 kes jî birîndar bûn. Komîserê Herêma Manyarayê Queen Sendîga, di daxuyaniya 3’yê mijdarî da de diyar kir ku di nava fikaran de ne ku kesên di lehiyê û hezîna axê de jiyana xwe ji dest dane hêj din bin hezazê de bin û ragihand kul i herêmên xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin. 
 
Sendîga di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de wiha got: “Dermankirina 85 kesên hatine xelaskirin berdewam dike; birîndarên din jî ji nexweşxaneyan hatin derxistin. Hejmara miriyan derket 47’an.”
 
Serokê Dewletê Samîa Sûlûhû Hassan jî di peyama bidîmen a ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hate weşandin de diyar kir ku li gundê Katesh ê Herêma Hanangê 100 mal ji ber hezîna axê mane di bin hezazê de û got: “Em li dijî vê bûyerê matmayî ne.”