Tecrîda Îmraliyê di rojeva Parlamentoya Norveçê de ye: Divê CPT rapora xwe biweşîne

  • cîhan
  • 13:32 3 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Endamê Parlamentoya Norveçê Andreas Sjalg Unneland tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xist rojeva parlamentoyê û ji CPT’yê xwest ku rapora xwe ya têkildarî serdana dawî biweşîne. 
 
Parlamenterê Partiya Çep a Sosyalîst a Norveçê Andreas Sjalg Unneland tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, xist rojeva parlamentoyê. Unneland, bi daxwaza ku Wezareta Karên Derve bibersivîne pêşnûmepirsek pêşkeşî parlamentoyê kir. 
 
SERDANÊN CPT’YÊ HATIN BIBÎRXISTIN
 
Di pêşnûmeyê de rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya têkildarî astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re ya Îmraliyê hat bibîrxistin û wiha got: “CPT’yê rapora xwe ya serdana dawî jî parve nekir. Gelo Wezareta Karên Derve dê vê mijarê bişopîne yan na? CPT, bi rêya serdanan hewl dide pêşî li îşkenceyê û miameleya biçûkxistinê û cezayan bigire. Piştî serdanan jî raporan parve dike. CPT, ji bo ku zirar negihije têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re, têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê rapora xwe parve nake.” 
 
‘RAPORÊ PARVE BIKIN’
 
Di pêşnûmeyê de hat gotin ku CPT’yê di demên berê de diyar kiribû ku ji ber mercên Abdullah Ocalan tê de dijîn bifikare û ev tişt hatin parvekirin: “Lê ji ber ku Tirkiyeyê ji bo rapor neyê weşandin îtîraz kir, ev danezan nehat parvekirin. Ev du sal û nîvin dinya ji Abdullah Ocalan agahiyan nagire. Ji sala 1999’an heta niha Ocalan di Girtîgeha Girava Îmraliyê de tê ragirtin. Ocalan, 24 sal in di tecrîdeke roj bi roj girantir dibe de tê ragirtin û hevdîtinên wî yên bi parêzer û malbatê re bi awayeke sîstematîk tên astengkirin. Ev rewş veguherî rewşa agahînegirtina mutleq. HEDEP (Bi navê berê HDP), parastvanên mafên mirovan, parêzer û siyasetmedaran ji bo weşandina raporê bang kirin. Tevî zexta aktîvîstan a bi meha ye didome jî CPT’yê hêj rapora xwe parve nekiriye. Ji ber ku CPT rapora xwe parve nekir, cîhana derve nizane bê ka li girtîgehê çiqas rêz ji mafên mirovan ên Ocalan re tê girtin. Ji bo mîsogerkirina mafên girtiyan û parastina jêbawerbûna CPT’yê, girînge ku CPT raporê biweşîne.”