Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin

  • cîhan
  • 19:36 1 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta li Xezeyê ragihand ku di bombebaranên Îsraîlê yên piştî bidawîbûna agirbestê de, hejmara miriyan gihaşt 109’an.
 
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref El Kidreh ragihand ku di bombebaranên piştî agirbestiyê de herî kêm 109 kesan jiyana xwe ji dest dane. El Kidreh diyar kir ku bi sedan kes jî birîndar bûne.
 
Îro danê sibehê agirbesta di navbera Hamas û Îsraîlê de ku 7 rojan dewam kir, bi dawî bû.