Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê

  • cîhan
  • 19:37 25 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Şemiya Mor diyar kir ku li Afxanistanê jin bi her cureyê tundiyê re rû bi rû dimînin û banga têkoşînê li jinan kir.
 
Tevgera Şemiya Mor ku ji aliyê jinên Afxanistanê ve hatiye avakirin, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî peyamek li ser çapemeniya civakî parve kir.
 
Tevgera Şemiya Mor di daxuyaniyê de wiha got: “Talîban di 2021’ê de Afganîstan xist bin kontrola xwe û jin ji mafan bêpar hişt û jin bi her cureyê tundiyê re rû bi rû hişt. Ji mafê perwerde, tenduristî û xebatê durxistin. Zewaca di temenê biçûk de ferz dikin û di bin navê ‘namûsê’ her cureyê tundiyê li jinan dikin. Îro 25’ê mijdarê de ye. bi armanca hişmendiya li dijî tundiya li ser jinê ev roj ji aliyê NY’ê ve hatiye îlankirin. Lê îro li Afganîstanê tundiya li ser jinê didome.em banga li hmû jinan dikin ev roj roja têkoşîna mafên jina ye. Em girîngiya vê rojê tînin ziman. Em banga têkoşînê li jinan dikin.”