DYA, Îngîltere û Fransa li Sûriye xist

  • cîhan
  • 08:00 14 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA'yê Donald Trump daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku wan ligel Îngiltere û Fransa li dijî Sûriye operasyon dane destpêkirin. 

Serokê DYA Donald Trump, tekildarî bikaranîna çekên kîmyewi ya li dijî Gutaya Rojhilat û operasyona li Sûriye daxuyanî da.  Trump da zanîn ku wan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li gel Îngiltere û Firansayê operasyo dane destpêkirin û di operasyonê de bajarên Şam, Hama, Humus, Dera û Suveyda yên Sûriye kirine hedef. Trump, da zanîn ku DYA di operasyonê de hêzên ku Îran destêkê dide wan jî kirine hedef û li wan daye. Trump, anî ziman ku heta bikaranîna çekên kîmyewî bê rawestandin operasyona wan dê bidome û Rûsya û Îran yên piştgiriyê didin Sûriye jî hişyar kir. 
 
SURÎYE: ME 13 FUZE XISTIN
 
Televîzyona Dewleta Sûriye jî nûçe weşand û diyar kir ku di êrîşa li dijî Şamê de 13 fuze hatin xistin. Hêzên operasyonê di operasyonê de herêmên Şam, Hama, Humus, Dera û Suveyda kirin hedef. 
 
Serokê Îngiltere Theresa May jî daxuyani da û "Min fermana êrîşê da Hêzên çekdar ên Britanya da ku kapasîteya çekên kimyewi yên Sûriye kêm bikin." 
 
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî diyar kir ku ferman daye artêşa Fransa ku tev li operasyona li dijî Sûriye bibe. Macron, anî ziman ku destûr nadin ku li Sûriye bikaranîna çekêm kîmyewî bê rewakirin. 
 
Wezîrê Parastinê yê DYA Mattis û Serfermandarê DYA Dunford jî daxuyanî da û diyar kir ku operasyon ji bo carekê ye û li nokteyên hedefê xistine. 
 
'DYA KURALÊN NAVNETEWEYÎ ÎHLAL KIRINE' 
 
Piştî operasyona li dijî Sûriye Seroka Komîteya Parastina Duma Aleksandr Şerîn daxuyanî da. Şerîn, diyar kir ku DYA bi operasyona li dijî Sûriye hemû kuralên navneteweyî ihlal kiriye û Rûsya vê yekê wekî çalakiya êrîşkar dibîne û wiha got: "Seroke DYA Trump ne tenê di qada navneteweyî de sûcdar e di heman demê de Adolf Hitlerê duyemîn e. Belgrada duyemîn e.