Li Almanyayê greva mezin: Hatin û çûn hate sekinandin

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Almanyeyê nêzî 30 hezar karker ketin grevê. Ji ber greva karkeran, di hatin û çûnê de pirsgirêk derket. 
 
Li Almanyayê karmendan pêşniyar kiribû ku heqdestê karkeran ji sedî 5 were zêdekirin. Her wiha sendîka jî li bendê bûn ku ji sedî 10 zem were kirin. Ji ber vê aloziyê, sendîkayan dest bi grevê kirin. Sendîkayên EVG û Ver.di pêşengiya grevê dikin. Li Fransayê ligel ku grev pêk tên, li Almanyayê ev rewş zêde çênabe.
 
Sendîka dixwazin heqê wan ji sedî 10 zêde bibe. Li gorî Deûstshce Bahnê ya ku şîrketa rêya hesinî ye, li temamê welat seferên trênan û xetên herêmî hatine sekinandin.
 
Li gelek balefirgehan seferên balefiran jî betal bûn. Di nav van de balefirgeha mezin a Frankfurt û Munihê jî heye. Di heman demê de sektorên çûn û hatina li ser behrê, şîrketên taybet ên otobanê û veguhestina herêmî jî ketin grevê.
 
Li gorî EGV ji destê sibehê de di sektora rêya hesinî de 30 hezar karkeran, kar dane sekinandin.