Fransiyan ji bo Efrînê kampanyayek da destpêkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên Fransî, parêzer û parêzvanên mafê mirovan, li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê kampanyayek dan destpêkirin.

Siyasetmedat, parêzer û parêzvanên mafên mirovan ên fransaî ji bo êrîşên li ser Efrînê kampanyayek dan destpêkirin. Di metna daxuyaniyê ya kampanyaya bi sernavê “Ji bo pêşî li trajediyê bê girtin, divê li herêmê qedexeya hewayî bê îlankirin” hate kirin de, hate diyarkirin ku li dijî bomberdimana Tirkiyeyê, divê Fransa mafê gelê Kurd biparêze.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku Tirkiye ji 20’ê Çileyê ve sivîlên li Efrînê dike hedef û jihewayê ve êrîşan dike. Hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan îdia dike van êrîşan di qada navneteweyî de li dijî ‘terorîstan’ di bin navê ‘parastina sînorên xwe’ de pêk tîne. Hat bibîrxistin ku dema mirov li bûyerên ku li herêmê diqewimin dinêre tê dibîne ku rewş cuda ye û wiha hate gotin: “Niha li wir dixwazin Kurdan qir bikin. Erdogan bi awayekî giştî Bakurê Sûriyeyê dike hedef. Ji roja destpêkê ve êrîşî gundan tê kirin, gund hatin şewitandin, bi hezaran mirov neçar man ku berê xwe bidin navenda Efrînê koç kirin. Di êrîşan de piranî jin û zarok nêzî 400 sivîl hatine kuştin, bi sedan jî birîndar bûne. Her ku artêşa tirk nêzîkî Efrînê dibe wê hejmara miriyên bajarê ku xwedî nufusekî 400 hezarî ye wê zêde bibe.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa tirk bi rojane li Efrînê dixe ku gel neçarî koçkirinê bike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku xetên elektirîkê, avê û telefonan hatine qûtkirin, bi vî rengî dixwazin gel neçarî koçberiyê bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku nexweşxane, nanpêjxane hatine texrîbkirin û Efrîn bi felaketeke mezin re rû bi rû ye. Ji bo karesatên mezin pêk neyên divê civaka navneteweyî bikeve nava tevgerê û wiha hate gotin: “Bûyerên tirajedî yên li ber çavên me rû didin tenê bi gotinan nabe.”

Fransî, rewşenbîr, lîstikvan, siyasetmedar û parêzerên ku banga lezgîn a ketina nav liv û tevgerê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin, bal kişandin ser daxuyaniyên bikaranîna çekên kîmyawî yên Tirkiyeyê  yên li Efrînê ku piştî biryara agirbestê ya NY’yê hatî dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Fransa bikeve nava tevgerê û nemaze jî ji bo îlankirina qedexekirina qada hewayî ya li Bakurê Sûriyeyê li Efrînê bikeve nava liv û tevgerê.

Kesên îmze kirine:

Dominique Sopo, Serokê SOS Racisme, Serokê Audrey Pulvar, Fondation pour la Nature et l’Homme, Listikvan Josiane Balasko, Listikvan Yannick Noah, Serokê Mario Stasi la Licra, Malik Salemkour, Serokê LD, Hevseroka Renée Le Mignot Mrap, Seroka Sacha Ghozlan l’UEJF, Serokê Louis-Georges Tin Cran, Xebatkara Servîsa Lezgîn a Patrick Pelloux, Sînemevan Romain Goupil, Profesor Achille Mbembe l’Université de Witwatersrand (Afrique du Sud), Sînemevan Yvan Attal, Lîstikvan Michel Boujenah, Parêzerê Bîroya Dominique Tricaud Paris, Jacky Mamou, Serokê Collectif Urgence Darfour, Serokê Benjamin Abtan EGAM – Mouvement antiraciste européen….